Li Reqayê 4 DAIŞî hatin kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD YAT Operasyon Reqa DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan li Reqayê 4 endamên şaneyeke metirsîdar a DAIŞê kuştine.

Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên HSDyê li gundê Şinîniyê yê li bakurê Reqayê operasyonek li dar xist.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê wê operasyonê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, operasyon 14ê Îlonê li dijî şaneyeke xeternak a DAIŞê pêk hat.

Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) jî beşdarî operasyonê bûn.

Di daxuyaniya HSDyê de wiha hat gotin:

“Hêzên me cihê ku şaneya terorîst lê dima dorpêç kir û ji terorîstan xwest ku xwe radest bikin lê terorîst reviyan û gule li şervanên me reşandin.

Şervanên me jî neçar man bersivê bidin û şer derket.

Di şer de 4 endamên şaneyê hatin kuştin.

Ji wan Ebû Yûsif û Ebû Meter berpirsên kiryarên qetilkirinê ne."

Navenda Ragihandinê ya HSDyê her wiha da zanîn ku hêzên YATê dest bi ser hinek çek û amûrên pêwendiyê de girtiye û ew jî ev in:

"2 çekên kalaşnîkof, çekeke AkS-74U, 2 demançe, 6 bombeyên destan, 10 cercûrên kalaşnîkofan, rextek, dûrbîneke leşkerî, 7 telefon, 2 telefonên normal, WIFIyek, hinek belgeyên şexsî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst