Li Êlihê qeza: Mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di qezayekê de kesek mir û 4 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîla bi plakaya 33 AGA 272 û otomobîleke din a ku hîn navê ajokarê wê û plakayê diyar nebûne li ser rêya derdorê ya “Guney”ê li hev xist.
Her du otomobîl pekiyan kêleka rê.
Tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiye çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê 5 kesên birîndarbûyî birin nexweşxaneyên li bajêr.
Birîndarê bi navê Muhammed Furkan Ergu (25) li nexweşxaneyê mir.
Tedawiya birîndarên din berdewam dike.
Li rêya ku demekê girtî ma çûn û hatinê ducare dest pê kir.