Li Rihayê kesek hat desteserkirin: Hincet PYD ye!

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê parêzgeha Rihayê û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya PYDyê” kesek hat desteserkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê ragihand ku dema “endamekî PYDyê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe hatiye desteserkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê got ku ev kes, li ser sînorê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê hatiye desteserkirin.

Li gorî nûçeyê "operasyon" li ser zanyariyên îstixbarî hatiye kirin.

Herwiha hat ragihandin ku derbarê kesê hatiye desteserkirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.