Li Rojavayê Kurdistanê mazot ji sedî 400 biha bû: Xelkê dest bi grevê kir

17-09-2023
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Bihabûn Girkê Legê Mazot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Girkê Legê ya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê li hemberî bihakirina mazotê grev hat kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê doh bihayê mazotê nêzikî ji sedî 400 hatibû zêdekirin.

Li ser vê yekê, li Girkê Legê ji bo bihakirina mazotê protesto bikin xelkê navçeyê grev kir.

Çavkaniyekê ji bajarokê Girkê Legê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku dikandarên Girkê Legê deriyên dikanên xwe girtine.

Li gorî heman çakaniyê ji bo protestokirina bihakirina mazotê hinek welatî daketine kolana sereke ya Girkê Legê.

Herwiha çavkaniyê got ku xelk ji bihakirina mazotê pir bêzar bûye.

Doh, bêyî ku ti biryarên fermî bên ragihandin, li navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bihayê mazotê nêzîkî ji sedî 400 hatibû zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst