Li Wanê otobusa ku koçber vediguhestin qulibî: 5 mirî, 30 birîndar

17-09-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê otobusa ku koçber vediguhestin Dîlokê qulibî.

Di bûyerê de 5 koçberan canê xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Otobusa ku ji navçeya Artemêtê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê diçû parêzgeha Dîlokê ku koçber tê de bûn, destê sibehê wergeriya.

Di bûyerê de 5 koçberan canê xwe ji dest da, 7 endamên hêzên ewlehiyê, 2 şofêr û 21 koçber jî birîndar bûn.

Parêzgariya Wanê li ser bûyerê daxuyaniyek da û got:

“Roja 17ê Îlona 2023yan derdora demjimêr 03:01ê, li navçeya Edremîtê otobusa ku koçber ji Navenda Vegerandinê ya Kurubaşê vediguhestin Gazîantepê ji kontrola şofêr derketiye û qulibî ye.”

Parêzgariya Wanê ragihand ku di bûyerê de 7 endamên hêzên ewlehiyê, 2 şofêr û 26 koçber jî birîndar bûne û 5 koçberan jî canê xwe ji dest daye.

Hate ragihandin ku dermankirina birîndaran li nexweşxaneyan berdewam e û li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst