Erdheja 6ê Sibatê bû sedema kêmbûna hinardeya Dîlokê

17-09-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Dîlok Hinardekirin Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Erdhejên 6ê Sibatê yên ku navenda wan Mereş bû û bandor li 11 bajaran kir, li Dîlokê bû sedema kêmbûna hinardeyê.

Li kargeheke parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kelûpelên cûrbicûr bi mebesta hinardekirinê tên amadekirin.

Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Dîlokê Adnan Unverdî got:

“Me sala 2022yan bi bihayê 10 mîlyar dolar berhem hinarde kiribû.

Sala 2023yan armanca me zêdetirî 12 milyar dolaran bû lê ji ber erdheja meha Sibatê em ketin pêvajoyeke xirab.”

Erdhejê bender ji kar xist

Piraniya berhema Dîlokê bi rêya bendera Îskenderûnê ya Tirkiyeyê dihat hinardekirin.

Erdhejên 6ê Sibatê bender ji kar xist.

Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Dîlokê Adnan Unverdî anî ziman:

“Bendera Îskenderûnê ji ber agir ji kar ket û giranî ket ser bendera Mêrsînê.

Me gelekç hewl da lê me nikarî rewşê baş bikin.

Niha kompanyayên me yên hinardeyê neçar in ji bo ku bikarin kelûpelên xwe hinardeyî derve bikin 15 heta 30 rojan li bendê bimînin.”

Li gorî amarên Odeya Pîşesaziyê ya Dîlokê di 8 mehên destpêka îsal de bi qasî 6 milyar û 589 mîlyon dolar hinarde hatiye kirin.

Li gor heman dema salê borî hinarde li wê parêzgehê ji sedî 2,8 kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst