Li Bedlîsê pevçûn: 5 birîndar hene

17-09-2023
Nîşan Bedlîs Norşîn Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi çekan a du malbatan de 5 kes birîndar bûn.

Li gundê Şivhaciyanê yê 12 kîlometreyan dûrî navçeyê, di navbera malbatên Tuzgul û Goktaş de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket û paşê bû pevçûna biçekan.

Li ser agahdarkirinê cendirme çûn gund.

Di pevçûnê de 5 kesên ji 2 malbatan birîndar bûn.

Ambûlansan birîndar rakirin nexweşxaneyên li Bedlîs û Tetwanê.

Li gund ji aliyê cendirmeyan ve tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst