Li Şingalê bombebaran: 3 şervanan canê xwe ji dest da

17-09-2023
RÛDAW
Nîşan Şngal YBŞ Bombebaran Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Droneke artêşa Tirkiyeyê li Şingalê otomobîlek bombebaran kir, di encamê de 3 şervanan canê xwe ji dest da.

Saet derdora 13:50î de droneke Tirkiyeyê li komelgeha Serdeştê ya Şingalê otomobêleke leşkerî bombebaran kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser bombebaranê daxuyaniyek da.

YBŞyê ragihand ku êriş ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Herwiha YBŞyê da zanîn ku di êrişê de 3 şervanên wan canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya YBŞyê de hat diyarkirin ku nasnameyên şervanên jiyana xwe ji dest daye wê di rojên pêş de bên eşkerekirin.

Artêşa Tirkiyeyê, gelek caran li Şengalê li hemberî hêzên nêzîkî PKKyê êrişên bi vî rengî pêk tîne.

Herî dawî 23yê Gulanê avahiyeke li nahiyeya Sinûnê ya Şengalê ji aliyê dronan ve hatibû bombekirin.

Di vê êrîşê de 3 endamên YBŞyê jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst