Kargehên ku cih nedin Kurdî dê werin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê ruxsetên kargehên ku di tabela û menûyên xwe de cih nedin Kurdî nayên nûkirin.

Berdevkê Ragihandinê yê Lijneya Giştî ya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Evdilmecîd, li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Îbrahîm Evdilmecîd bi bîr xist ku xwaringeh, qehwexane û kargehên ku li cihên nîştecihbûnê û geştiyariyê ne neçar in ku li ser tabela, menu û talîmatnameyên xwe cih bidin Kurdiyê jî.

Berdevkê Ragihandinê yê Lijneya Giştî di heman demê de diyar kir ku ger ev biryar neyê pêk anîn ew dê rûxsatên wan kargehan nû nekin.

“Bila Kurdî zimanê yekem be”

Îbrahîm Evdilmecîd diyar kir ku ew ji hemû ziman û çandên geştyaran re rêzê digirin lê pêwîst e Kurdî zimanê yekem be.

Îbrahîm Evdilmecîd behsa biryara ku ji hemû kargehan re hatiye ragihandin kir û got:

“Me hişyariya xwe da. Kargehên biryarê pêk neyînin dê nikaribin rûxsatê wergirin an jî rûxseta wan nayê nûkirin.”

Îbrahîm Evdilmecîd anî ziman welatî gazinan dikin ku lixwaringeh û navendên geştyariyê ti xebatkarên Kurd nînin û got:

“Niha rêveberiya me ya giştî amaran berhev dike. Em hewl didin zanibin ka li cihên geştyariyê çend xebatkarên ji Herêma Kurdistanê hene.

Piştî lêkolînan em dê hewl bidin ku ji sedî 75ê xebatkaran nîştecihên herêmê bin. Ev biryar ji aliyê Encûmena Wezîran ve jî hat pêşniyarkirin.”

Evdilmecîd diyar kir ku ew dixwazin ji kedkarên herêmî yên li Herêma Kurdistanê sûdê wergirin.

Herwiha got ku ew hewl didin bi taybet ji bo ciwanên Kurdistanê derfetên kar peyda bikin.

“Di 6 mehan de 4 milyon û 500 hezar geştyar hatine Kurdistanê”

Evdilmecîd daneyên geştyariyê yên şeş mehên îsal parve kirin:

“Heta 30ê Hezîranê 4 milyon û 500 hezar geştyar hatine Herêma Kurdistanê. Tê payîn ku heta dawiya salê ev hejmar bibe 8 milyon.”

Li gorî daneyên Encumena Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê, hêjmara geştyarên ku hatine Herêma Kurdistanê, li gorî 6 mehên sala borî bi qasî milyonekê zêde bûye.

Geştyarên ku tên Herêma Kurdistanê herî zêde ji bajarên başûr û navenda Îraqê ne.

Li gorî amarên fermî, li Herêma Kurdistanê 714 kafe, 10 seyrangeh, 589 xwaringeh, 599 şirket û ajansên geştyariyê, 54 gundên betlaneyê, 460 otel û 282 motel hene.

Bi giştî 2 hezar û 708 cih wekî cihên geştyariyê hatine tomarkirin.

“Bajarê ku herî zêde bala geştyaran dikişîne Hewlêr e”

Li gorî amarên Encumena Giştî ya Geştûguzariyê, bajarê ku herî zêde bala geştiyaran dikişîne paytexta Kurdistanê Hewlêr e. Piştî Hewlêrê jî bajarên Silêmaniyê, Dihok û Helebçe tên.

Di 9 mehên îsal de 4 milyon û 93 hezar û 888 geştyaran berê xwe daye Herêma Kurdistanê.