Çîroka Makbule Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer

17-09-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Makbule Ozer Hadî Ozer
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Makbule Ozer jineke 80 salî ye, roja 9ê Gulana îsal li navçeya Artemêt a Wanê bi hinceta alîkariya PKKê hate girtin, piştî ku 4 meh û 2 rojan li Girtîgeha Wanê ma ji ber nexweşiyê cezayê salekê hate paşxistin û ew hatibû azad kirin lê piştî salek dem tijî dibe ihtimal heye ku Makbule Ozer careke din bê girtin, hevjînê wê Hadî Ozer ê ku ew jî 89 saliye hîn jî di girtîgehê de ye.

Makbule Ozer a 80 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 89 salî roja 24ê Tîrmeha sala 2018an di encama biserdegirtina mala wan û bi sedema alîkariya PKKê hatine desteserkirin û roja 9ê Gulana îsal jî hatine girtin.

Makbule Ozer xelkê navçeya Pavîzava ya Wanê ye û li navçeya Artemêt a Wanê dijî, ew ustaya hindek nexweşiyên edetî ye, sedema girtina wê jî ew bûye ku wê navka keçekê çêkiriye ku ew bi xwe wê keçê nas nake lê asayîşa Wanê îdia dike ew keç gerîlaya PKKê bûye.

Makbule Ozer a 80 salî ku hatibû girtin got, “Ez ji ber cebariyê hatime girtin, ez cebariyê dikim, ez navka xelkê çê dikim, nexweş têne cem min. Zarokên 6-7 salî kelêja wan diket min çêdikir, min got bila neçin 6-7 hezar lîre nedin doktoran, rojekê keçek hat û min navka wê çêkir û şikayet li me hate kirin û ez hatim girtin, keçik jî hate girtin û 10 sal ceza dane keçikê û qet tawaneke wê jî nebû, li nexweşxanê rewş gelek giran in, tenê hinek makarne, fasûlî û kartolek, avikek zelal, nanê wan jî hemû hewîr bû nedihat xwarin, xwarina wan me dikir tenekî û me ne dixwar, runekî biçûk bi 50 lîreyan difiroşin, yên li girtîgehê mecbur bûn hinek rûn û bacan ji bo taştê amade dikirin.”

Makbûle Ozer roja 7ê meha Îlonê piştî ku ji ber rewşa tenduristiyê cezayê wê saleke hate paşxistin ji girtîgeha wanê hate azad kirin, hevjînê wê Hadî Ozer hê jî di girtîgehê de lê bi gotina parêzêra malbatê piştî salekê dîsa metirsî heye ku Makbule Ozer careke din bê girtin.

Parêzera malbata Ozer Dîlan Kunt anî ziman, “Dayika Makbule ji ber hegera alikariya rêkxistinê hate desteserkirin, wê behsa rewşa xwe kiribû ku ew karê bijîşkiya edetî dike, kesên ku dest û pîyên wan dişikên çêdike û kesek hatiye cem û tedawiya wê kiriye û şandiye, ji bilî wê çi peywendiya dayîka Makbule bi wê keçê re nebûye, me li dadgeha cezaya giran behsa vê yekê kir. Heman demê  kesên ku Dayîka Makbule nas dikin wan jî got ku “ew jin tenê karê doktoriya edetî dike bi salan e alikariya xelkê dike”. Mamê Hadî ji xwe wê rojê gellek dereng hatibû malê û haya wî ji tiştekî nebû lê dadgehê tevî wê yekê jî salek û 13 meh ceza da endamên malbatê.”

Li gorî agahiyên ji parêzara malbatê hatine wergirtin cezayê hevjînê Makbule Ozerê Hadî Ozer roja 26ê mijdarê temam dibe û ew jî tê azad kirin lê niha li nexweşxanê ji ber temenê xwe zêde zor û zehmetiya dibîne û 30 ji sedî rapora wî pizîşkî heye.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst