Sûîqesta Mykonosê: 30 sal di ser şehîdbûna Sadiq Şerefkendî re derbas bûn

17-09-2022
RÛDAW
Nîşan Sadiq Şerefkendî Ebdulrehman Qasimlo Mykonos PDKÎ Îran Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 30 sal berê 4 siyasetmedarên Kurd ên sirgûnî li Berlînê hatin şehîdkirin. Dezgeha nehênî ya Îranê, ku hîn jî li seranserê cîhanê li dû rexnegirên rejîmê ye, li pişt kuştinê bû. 

Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Sadiq Şerefkendî 30 sal berî niha di 17ê Îlona 1992an de li Almanyayê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat şehîdkirin.

Sadiq Şerefkendî ku piştî Ebdulrehman Qasimlo bibû Sekreterê PDKÎyê, ji bo ku bi opozisyona Îranê re bicive, serdana Almanyayê kiribû, lê di dema civînê de li resturanta Mykonos a li bajarê Berlînê rastî êrişeke çekdarî hat û di encamê de Dr. Şerefkendî, nûnerê partiya wî yê Ewropayê Fattah Abdolî, nûnerê partiyê yê Almanyayê Humayum Ardalan û muxalifê Îranî, Nurî Dehkurdî şehîd bûn.

 Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (DPK-Î) yê Almanyayê Mistefa Qazîzade di hevpeyvînekê ligel Deutsche Welle de got “Ji bo ajanên Îranê, eger bala medyayê nekişandibûya, dê kuştina Mykonosê wek gelek kesên din li Ewropayê jî bibûya bûyereke kûştinê ya din.

Kurdên sirgûnî ji bo beşdarî kongreya "Sosyalîst Enternasyonala" bibin, bi navên sexte çûbûn Berlînê. Ev rêxistinek sîwan a partî û rêxistinên sosyalîst û sosyaldemokrat ên cîhanê ye. Yek ji wan jî DPK-Î ye ku li Îranê qedexe ye. Ew ji bo herêmek xweser di hundirê Îranê de şer dike. Nêzîkî 11 milyon Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dijîn. Ew ji binesaziyek wêranbûyî, bêkarîya zêde û nebûna domdar a nexweşxane û dibistanan bêpar in. Hikûmeta navendî ya Tehranê jî li derveyî Îranî bi tepisandin, tasfiyekirina û kuştina serkirdeyên Kurd bersiv dide.

Dr. Ebdurehman Qasimlo Komara Îslamî ya Îranê weke neyarê sereke ya pirsa Kurd li hemû beşên Kurdistanê, binav dikir. Gelek caran behsa vê yekê kiriye, li Îranê potansiyela çareseriya aştiyane ya pirsa kurd nîne lê dîsa jî amade bûye danûstandina li gel wan bike.

Sê sal beriya êrîşa Mykonosê, di 13ê Tîrmeha 1989 an de Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (DPK-Î)  Ebdulrehman Qasimlo û du hevalên wî di civîneke danûstendinê de li apartmaneke taybet a Viyanayê ya patyexta Avûsturyayê ji aliyê ajanên îstxbarata Îranê hatibû şehîdkirin. Bikujên ji wî jî her ew kes bûn, ku ji bo danûstandinê li gel wî rûniştbûn. 

Qazîzade dibêje: "Ev hewla kuştinê ya sala 1989'an li Avûsturyayê di medyayê de du ti nûçeyekê de cih negirt û zû hat nixumandin."

Kujer piştî kuştina Qasimlo û hevalên wî li balyozxaneya Îranê ya Viyanayê hatin veşartin û destwerdana dewleta Îranê ji Avusturyayê derketin.

Serokê wê demê yê beşa siyasî ya Wezareta Derve ya Avusturyayê, Erich Maximilian Schmid, di Nîsana 1997an de piştî xanenişînbûna xwe di hevpeyvîneke televizyonî de got ku Balyozê Îranê bi awayekî zelal eşkere kiribû ku dibe ku ev yek ji bo Avusturiyên li Îranê xeternak be, eger gumanbar li Avusturyayê werin darizandin.

Piştî sûîqestê girtin

Tîma kujer ji servîsa veşartî ya Îranê, ku demek kin beriya êrîşa Mykonosê çûbû Berlînê, bi heman awayî xwe ewle hîs dikir. Du ji wan li Almanyayê man û piştî kuştinê demeke kin hatin girtin. Înterpolê sê kesên din li derve dîtin. Tîma ku ji çar Lubnanî û yekî Îranî pêk dihat, tê bawerkirin ku plana kuştinê kirine. Navê wî: Kazim Darabî.

Dadgeriya Alman bi biryar bû ku tevbigere. Ev ji bo hikûmeta federal pir nerehet bû. Tehran di sala 1992an de yek ji şirîkên bazirganî yê sereke bû. Almanyayê wê salê bi qasî 4,1 milyar euro kelûmel firot Îranê. Husên Mûsewîyan ku wê demê balyozê Îranê li Almanyayê bû, di Tîrmeha 2022an de her du welatan gelek peyman îmze kiribûn. Mûsewîyan di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Etemad a Tehranê, behsa pirojeyên hevkariyê ligel kompaniyên Almanî yên ku dixwestin binesaziya Îranê piştî heşt salên şer (Şerê Iraq û Îranê 1980-1988) ji nû ve ava bikin, ragihand.

Derbarê serokê îstixbaratê de biryara girtinê hat dayîn

Hikûmeta Tehranê destêwerdana xwe ya di êrîşa Mykonosê de red kir. Serokê servîsa veşartî ya Îranê Alî Fellahiyan jî bi xwe çû Almanyayê û di Cotmeha 1993an de bi Wezîrê Dewletê yê Serokwezîriyê Bernd Schmidbauer re hevdîtin kir.

Hikûmeta federal rastî zextên çapemeniyê û parlamenteran hat. Fellahiyan li Almanyayê çi dixwest? Li gorî nûçeya Kovara Spîegelê, Serdozgerê Giştî yê Karlsruheyê jî xwestiye Fallahiyan bê girtin.

Lê belê ji aliyê hikumeta federal ve, serokê servîsa veşartî ya Îranê Fellahiya wek mêvanê dewleta Almanyayê parêzbendiyê wergirt.

Balyozê berê Mousavian di hevpeyvîna Etemad de bi bîr anî, tê gotin ku Fallahian hewl daye ku plansazê kuştinê Kazim Darabî yê berguman were berdan. Di sala 1995 de, Dadgeha Federal a Dadwerî ya Almanyê di dawiyê de biryara girtinê li dijî Fallahian ji bo beşdarbûna di kuştina Mykonos de derxist.

Pêvajoya berfireh

Pêvajoya qanûnî ya sûîqestê di pêvajoyeke tevlîhev û balkêş de pêk hat. Doza 247 rojan dewam kir, 166 şahid hatin guhdarîkirin. Ev biryar di 10ê Nîsana 1997an de hat dayîn: Kazim Darabî yê Îranê bi cezayê hetahetayê hat cezakirin. Di biryarê de, serokê servîsa veşartî ya Îranê Fellahiyan wek berpirsê tawanê hat binavkirin. Di encamê de ji bilî Yewnanîstanê hemû welatên Yekîtiya Ewropayê balyozên xwe ji Tehranê vekişandin.

Ji bo Îranê, dadgehkirin û biryar bû sedema erdhejeke siyasî. Îran hat îzolekirin û bi hêrs bertek nîşanî vê biyarê da. Di Îlona 1997’an de Îranê karsazek Alman li Tehranê girt û cezayê darvekirinê lê birî, ji ber ku têkiliya zayendî ya neqanûnî bi jineke misilman re li Îranê re hebû.

Almanyayê destûr neda ku li ser vê biyarê li dijî wê şantaj bê kirin. Piştî zêdetirî du salan, Îranê ew kes azad kir.

Piştî bi hev guhertinê dersînorkirin

Kujer Kazim Darabî piştî 15 salan di girtîgehê hat berdan û di Kanûna 2007an de ji Îranê re hat şandin. Beriya wê jî Almanekî ku li Îranê girtî bû di Adara 2007an de hatibû berdan.

Darabî di otobiyografiya xwe de di derbarê mijarê de wiha nivîsandibû “Almanan dewleta Îranê xapandin û piştî 15 salan ez berdan.”

Li gorî Qanûna Cezayê ya Almanyayê, cezayê heta hetayê piştî 15 salan dikare were paşxistin.

Kuştina Mykonosê û xebata dadweriya Almanyayê zirareke mezin da îmaja Îranê. Lêbelê Tehran dîsa jî bi terorîzma dewleta xwe re girêdayî ma.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di Gulana sala 2020an de, berpirsê îstixbarata Îranê Elî Fellahiyan bi tawana beşdarbûna di kiryarên terorîstî yên Komara Îslamî ya Îranê li derveyî welat xistibû lîsteya sizayan. Amerîka Îranê bi "kampanyayeke terora cîhanî" tawanbar dike ku heta niha 360 kuştin û teqînan pêk aniye.

Ev jî di nav xwe de êrîşeke bombeyî ya têkçûyî ya li naverasta Ewropayê ye. Dîplomatê Îranî Esedullah Esedî di Hezîrana 2018an de li Almanyayê wek planker hatibû girtin. Bi Esedî re derdora nîv kîlo teqemîn û funye hatibû girtin. Armanca êrîşa bombeyî xwenîşandaneke girseyî ya Encumena Neteweyî ya Berxwedana Îranê (NCRI) di Hezîrana 2018an de li taxeke Parîsê bû. Di sala 2021an de 20 sal cezayê girtîgehê li Esedî hate birîn.

Servîsa veşartî ya Îranê hîn jî li Almanyayê gelek çalak e. Li gor raporta niha ya Ofîsa Parastina Destûra Almanyayê, opozîsyona Îranê hîn jî di bin hedefa dezgeha veşartî ya Îranê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst