Nûciwanekî 16 salî ji Şêxmeqsûd bo leşkeriyê hatiye birin

17-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Zarokek li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo leşkeriyê hate birin; dayîka wî zarokî dixwaze kurê wê bê vegerandin.

Li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku piraniya niştecihên wê Kurd in, nûciwanekî 16 salî ji bo leşkeriyê hatiye birin, dayika wî bi rêya Rûdawê banga vegerandina kurê xwe dike.

Malbata nûciwanê ji Efrînê Welîd Fadil Îbrahîm ku li Şêx Meqsûdê dimîne, ji Rûdawê re got, kurê wan roja 9ê vê mehê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve li taxa Şêx Meqsûd Xerbî ji bo leşkeriyê hatiye birin.

Dayika Welîd, Fedîle Yûsif got, wî di atolyeke terzî de kar dikir û ew xwedî dikirin, niha ew nema dizanin wê çawa debara jiyana xwe bikin.

Heta niha gelek malbatî li Rojavayê Kurdistan bi rêya Rûdawê bûyerên wek vê ku Ciwanên Şoreşger zarokê wan birine ragihandine û daxwaz kirine ku zarokê wan werin vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst