Ali Babacan: Pirsa Kurd û Elewî bi wêrekî û dilsozî çareser dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bal kişan li ser pirsa Kurd û Elewiya û got: “Dem dema çareserkirina pirsa Kurd û pirsa Elewî ye.”

Serokê Giştî yê DEVAyê Ali Babacan serdana Dêrsîmê kir û beşdarî vekirina şaxa partiya xwe ya Dêrsîmê bû.

Ali Babacan di axaftina xwe de bal kişande ser pirsgirêkên Kurd û Elewiyan û got: “Em ji astengiyên li pêş wergirtina Elewiyan bo nav saziyên hikûmî gelekî aciz in. Bila kesek derbarê Elewiyan de li gor serê xwe neaxive û nebêje; divê Elewî wiha bin an wiha bin. Em dê di çarçoveya wekheviya welatîbûnê de hemû mafên madî û yên din ku bo mizgeftan hatine dayîn bidin cemxaneyan jî. Li gor Partiya DEVA îro dem dema çareserkirina pirsa Kurd û pirsa Elewî ye.”

Babacan dibêje, “Tirkiye ji çareserkirina pirsa Kurd û Elewî re amade ye, lê ev bi wêrekî û dilsozî dibe. Dem hatiye ku êdî Enqere bi wêrek be. Dem hatiye ku pirsgirêkên girêya kûr bên çareserkirin. Cebarkirina birînan, baştirkirina bîrên birîndar bi rêya dadê, nêrîna bi hêvî bo siberojê di destê me de ye. Di dizanin çi heq e û çi bexş in. Em dibêjin hiqûqa welatîbûna wekheviyê. Em dizanin ku welatîbûna wekhevî dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê pêngaveke mezin be.”

Babacan herwiha got: “Ji dîrokê ve li dijî Dêrsîmê cudakarî û neheqî hat kirin. Ez vêya baş dizanim. Kesên pirsgirêkan înkar dikin, nikarin ti pirsgirêkekê çareser bikin. Eger desthilat dixwaze jiyana welatiyên Elewî baştir bike, bila kiryarên cudakar bidawî bike. Hûn nikarin li ser nasnameya kesî xwe bisepînin. Em dê vî welatî bikin, welatê azadiyan. Her kes dê bi dilê xwe bawerî û şêwaza jiyana xwe bijî. Ne erka dewletê ye ku destwerdanê di bawerî û şêwaza jiyana welatiyan de bike. Dewlet çawa piştgiriyê dide mizgeftan divê bide cemxaneyan jî. Em ne ji wan kesan e ku li qeraxên Dicleyê berx têne bîra wan û dema vedigerin Enqerê dibin hevalbendên gur. Em cudahiyê nakin navbera ti welatiyekî xwe. Dewleteke demokratîk nikare welatiyekî xwe jî tine bibîne.”

Ali Babacan, piştî merasîma vekirina şaxa partiya xwe serdana Cemxaneya Dêrsîmê kir û derbarê pirsgirêkan guhê xwe da berpirsên cemxaneyê.