Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxwaza berdana Demirtaş kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji bo serbest berdana Selahattin Demirtaş û Osman Kavala û hilweşandina biryara girtina wan heta 30yê Îlonê dem da Tirkiye.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi armanca şopandina bicihkirina biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) civiya.

Komîteyê, derbarê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û girtiyê Doza Geziyê Osman Kavala, ku tevî biryara Dadgeha Ewropa nehatine berdan, biryar da.

Komîteyê di biryara xwe de daxwaza serbest berdana Demirtaş û hilweşandina biryara girtina wî kir û heta 30yê Îlonê dem da Tirkiyê.

Herwiha komîteyê daxwaza berdana Osman Kavala jî kir û biryar da ku heta rûniştina meha Kanûnê ya dadgehê li benda berdana Kavala bê sekinandin.