Li Duhokê otomobîlek ji Çiyayê Zava kete xwarê: 2 kes mirin

Duhok (Rûdaw) - Şeva bihorî li Duhokê otombîlek ji Çiyayê Zava ketiye xwarê, û di encama bûyerê de du kesan canê xwe ji dest dane.

Bûyer Înê demjimêr 02:30 nîveşevê li çiyayê Zava li Duhokê çê bûye û Polîsê Duhokê dibêje, di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî bi giranî birîndar bûye.

Li gor zanyariyan, her sê kesên di otomobîlê de xelkê Zaxoyê bûne û ji bo serdanekê çûbûne Duhokê.

Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Duhokê, Azad Teha ji Rûdawê re ragihand, “termên herdu kesên canê xwe ji dest dane, bo Pizîşkiya Dadê ya Duhokê hatin veguhastin, kesê birîndar jî rakirine nexweşxaneyê û niha tê dermankirin.”

Çavkaniyekî ji Pizîşkiya Dadê ya Duhokê jî ji Rûdawê re diyar kir, termên kesên canê xwe ji dest dane, her bi şev karên pêwîst jê re hatin kirin û radestî malbatên wan hatin kirin, ku xelkê Zaxo bûn û li wê derê jî hatin veşartin.

Remezan Zaxoyî, hevalekî kesên di otomobîla rastî bûyerê hatî de, ji Rûdawê re got, navê wan du kesên canê xwe ji dest dane, Dilêr Mûsa û Guhdar Zaxoyî ye û kesê birîndar jî  navê wî Eymen Xeyredîn e, temenê wan kesan jî di navbera 18 ta 20 salî de ye.

Bi gotina Remezan Zaxoyî, ew bi hev re ji bo geşt û seyranê ji Zaxo ve çûbûne Duhokê, ew zûtir vegeriyane Zaxoyê û dema gihîştine Zaxoyê, ew hatin agahdarkirin ku otomobîla hevalên wan wergeriyaye.

Azad Teha, Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Duhokê herwiha got, “di 24 demjimêrên bihorî de 4 kes li Duhokê di bûyerên trafêkê de canê xwe ji dest dane.”