Qubad Talebanî terorkirina Yasîn Bulut bi tundî şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Cigirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî êrişa li ser Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed, şermezar kir û xwest tawanbar di zûtirîn dem de werin dîtin.

Cigirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi daxuyeniyek nivîskî terorkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed ku tundî şermezar kir.

Qubad Talebanî dibêje, “Ez terorkirina Şukrî Serhed bi tundî şermezar dikim ku îro Înê li Silêmaniyê hat terorkirin.”

Cîgirê Serokwezîr daxwaz ji aliyên emnî kir, ku di zûtirîn dem de tawanbar bên girtin û bê dadgehê bên radestkirin ku bên cezakirin.

Qubad Talebanî dibêje jî, “Silêmanî bajarê aramî û seqamgiriyê ye bo her kes û her kes jî dikare li jêr siya aramî û asayişa vî bajarî bijî bêyî ti ciyawaziyekê.”

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed, îro Înê di encama êrişeke çekdarî de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Medyaya PKKê belav kiriye, “Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) îro serê sibehê saet derdora 09.00an li taxa Çarçira dema li ser rê dimeşiya, ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Şukrî Serhet şehîd bû.”

Li gor ku medyaya PKKê ragihandiye, Yasîn Bulut “ji ber pirsgirêkên tenduristiyê” serdana bajarê Silêmaniyê kiribû.

Piştî êrîşê hêzên polîs gihîştin cihê bûyerê û cenazeyê Ş. Şukrî Serhed bo Pizîşkiya Dadê ya Silêmaniyê hatiye veguhastin.

Ajansa nûçeyan a Firat ragihandiye, ku “êrîş ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve” hatiye pêkanîn.

Yasîn Bulut di sala 1957an de li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûbû û sal 1978an tevlî refên PKKê bûye.