Boris Johnson: Peywendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê dîrokî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson di civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, jibilî pabendbûna bi bihêzkirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistane, daxwaza xwe ya bo serdana Hewlêrê nîşan da.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Boris Johnson de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Londonê bi germî ji aliyê birêz Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ve li nivîsîngeha xwe ya li 10 Downing Street hate pêşwazî kirin.”
Li gor daxuyaniyê, “Di civîneke dostane de birêz Serokwezîrê Brîtanya xweşhaliya xwe bi pêşwaziya birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û spasî serdana xwe ya Londonê kir, herwiha dûpat kir ku Brîtanya bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê dinêre û ew peywendiyên sîh sal berê bi damezrandina navçeya nefirîna li navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya da dirust bûn, dimînin û dakokiyê li berdewamiya pêgiriya Brîtanya bi piştgîrî û bihêzkirina peywendiyan kir.”
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye, “Serokwezîr Boris Johnson tekezî li wê yekê kir ku peywendî dîrokî ne û divê bêne bihêztirkirin bi taybetî di warê aboriyê de, ji bo vê jî derfeteke baş heye û xwazyar in danustandin û serdana şandên her du aliyan zêdetir bikin. Herwiha xwesta xwe ya ji bo serdanîkirina Hewlêrê nîşan da û got, “Min bîranînên xweş ên wê serdanê hene. Rêzdar spasî Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo wê rola li çareserkirina kêşeyan li Iraq û bi navê aramiyê dibîne.”
Dema pêşwaziya Serokwezîrê Brîtanya #BorisJohnson li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan #Barzanî û destpêkirina civîna wan pic.twitter.com/YWncKConm2
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 17, 2021
Li gor daxuyaniyê, “Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Londonê û civîna li gel Serokwezîr Boris Johnson bi dilniyaker û girîng ya ji bo pêşxistina peywendiyan da zanîn bi taybetî piştî wan pêşhatên li navçeyê da hatine holê, herwiha spasî Serokwezîr û Hikûmeta Brîtanya û Hevpeymanan kir ji bo piştgîriya siyasî, serbazî û mirovî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê û xwesta pêşxistina bi hemû warên alîkariya li gel Brîtanya dûpat kir, bi taybetî jî di warê aborî û veberhênanê de ku derfeteke baş heye.”
Pêşwaziya germ a Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 17, 2021
☑️Nêçîrvan Barzanî bi ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin pic.twitter.com/jj5WnlrrS8
Her di wê da daxuyaniyê de hatiye, “Di derbarê peywendiyên Hewlêr–Bexda û kêşeyên helawestiyên navbera wan jî Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser berdewamiya guftûgo û hebûna keşûhewayeke erênî ya li gel Hikûmeta Federalî ya Iraqê û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê xwazyar û amade ye hemû kêşeyan li ser bingeha destûrê çareser bike.”
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Rewşa Covid-19, şerê teror û metirsiyên serhildana DAIŞê ku hê jî gefeke rastîn e, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên hevsû û cîran û navçeyê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, pêşhatên Efxanistan û encamên wê, çend mijarên din ên civînê bûn.”