HDP: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikujên Yasîn Bulut ceza bike

17-09-2021
RÛDAW
Nûnertiya HDPê ya li Hewlêrê daxuyanî da
Nûnertiya HDPê ya li Hewlêrê daxuyanî da
Nîşan Yasîn Bulut Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnertiya HDP ya li Hewlêrê li ser terorkirina Yasîn Bulut bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên ewlekariyê kir ku kesên êrişkar bigirin.

Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Hewlêrê derbarê terorkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed daxuyaniyek da.

Nûnertiya HDP dibêje, duh jî endamekî partiya wan her li bajarê Silêmaniyê rastî êrîşekî çekdarî hatiye û birîndar bûye.

Nûnertiya HDP tekez dike, Tirkiye gefan li endamên wan dixwe û dixwaze ji xwe re bike sîxûr, lewma êrîş û gefên xwe zêde kirine.

Her di dewama daxuyaniyê de Nûnertiya HDPê ya li Hewlêrê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên ewlekariyê jî kir ku kesên tawanbar bigrin û cezayê pêwîst bidin wan.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Îbrahîm Mihemed jî ji Rûdawê re amaje bi wê kir ku Yasîn Bulut ji bo wergirtina çareseriya pizîşkî ev demek e li Silêmaniyê bûye, lê “îro li taxa Çarçira li ber marketekê rastî êrişa çekdarî hat û hat şehîdkirin. Ev karekî ne rewa û gelek ne şaristanî ye.”

Ew Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berpirs e li ser vê yekê. Eger tawanbar neyên desteserkirin, lêpirsîn neyê kirin, em wek Komîteya Malbatên Şehîdan û hem jî wek xelk dê helwesta me hebe.”

Îbrahîm Mihemed dibêje, duh jî êrişek li ser endamekî din jî çê bû û ew jî di encamê de birîndar bû û diyar dike, “Ev xiyanet e, ez pirsyar dikim, ji dijmin zêdetir, ev kuştin dikevin xizmeta kê! Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku îro em hemû li bin al û yasayên wê de ne, heq nîne li ser vê bêdeng be û eger bê deng be, dê helwesta me jî hebe.”

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed, îro Înê di encama êrişeke çekdarî de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Medyaya PKKê belav kiriye, “Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) îro serê sibehê saet derdora 09.00an li taxa Çarçira dema li ser rê dimeşiya, ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Şukrî Serhet şehîd bû.”

 

 

Li gor ku medyaya PKKê ragihandiye, Yasîn Bulut “ji ber pirsgirêkên tenduristiyê” serdana bajarê Silêmaniyê kiribû.

Piştî êrîşê hêzên polîs gihîştin cihê bûyerê û cenazeyê Ş. Şukrî Serhed bo Pizîşkiya Dadê ya Silêmaniyê hatiye veguhastin.

Ajansa nûçeyan a Firat ragihandiye, ku “êrîş ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve” hatiye pêkanîn.

Yasîn Bulut di sala 1957an de li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûbû û sal 1978an tevlî refên PKKê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst