Tirkiyê derheqê Osman Baydemir de bultena sor derxist

17-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê di derheqê Osman Baydemir de ku li derveyî welat e, bultena sor derxist û daxwaza vegerandinê wî kir.

Serdozgeriya Komarî ya Amedê di derheqê Osman Baydemir de ku li derveyî welat e, bultena sor derxist û daxwaza vegerandinê wî kir û ew daxwaza xwe ya ji bo vegerandina Osman Baydemir ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê re şand.

Bi derxistina bultena sor, Tirkiye dê bi fermî ji Polîsê Navdewletî Interpolê daxwaz bike ku Osman Baydemir bigirin û radestî wî welatî bikin.

Serdozgeriya Komarî ya Amedê bi tometa endambûna di rêxistina terorîstî de, derbarê Baydemir de lêpirsîn daye destpêkirin.

Di îdianameya li dijî Osman Baydemir de, endambûna di komîsyona dîplomatîk a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), beşdariya di civînên KCDê û axaftina di wan civînan de, beşdariya di hin çalakiyan de li ser bangewaziya hin organên medyayî yên PKKê û beşdariya di cenazeyên gerîlayên PKKê de weke tomet li ser hatine hesibandin.

Li ser wan tometan, Sêyemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê, bi tometa endambûna di rêxistina terorê de, û li ser daxwaza 7,5 ta 15 sal cezayê girtîgehê ya bo Osman Baydemir, biryara girtina wî derxistiye.

Medyayên Tirkiyê ragihandine, daxwaza vegerandina Baydemir bo Tirkiyê ji rayedarên Brîtanyayê re hatiye şandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst