Qeyûmê Şaredariya Wanê gav paşde avêt: Tabloyên Kurdî dîsan tên danîn

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî nerazîbûnên berfireh li ser rakirina tabloyên navên Kurdî yên gundên qezaya Ebex (Çaldiran) a Wanê, Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ji biryara xwe gav paşde avêt û ji nû ve dest bi danîna tabloyên Kurdî li navçeyê hat kirin.

Piştî berfirehbûna nerazîbûnan li hember rakirina tabloyên bi Kurdî yên navên gundan, Qeyûmê Şaredariya Wanê Mehmet Emmîn Bilmez gav paş de avêt û ragihand, ku ew tabloyan nû dikin, lewma tabloyên berê hatin rakirin.

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyaniyek daye û ragihandiye, ku rakirina tabloyên berê yên navê gundan ji ber nûkirina tabloyan bûye û mesele ne girêdayî jêrbirina zimanê Kurdî ji tabloyan e.

Mehmet Emîn Bilmez diyar kiriye, ku tabloyên bi her du zimanên Kurdî û Tirkî dê ji nû ve bêne danînû tekez kiriye, ku xebatê bo wê yekê berdewam in. Lê tevî vê yekê tenê tabloyek bi herdu zimanê Tirkî û Kurdî hatiye danîn.

Li navçeya Ebexê ya Wanê, çend roj berî niha tabloyên bi kurdî û tirkî yên navên gundan bi biryara Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibûn rakirin. Li cihê wan tabloyan, hin tabloyên nû hatibûn danîn, ku li ser wan tabloyan nav û zanyariyên derbarê gundan de tenê bi zimanê Tirkî hatibûn nivîsandin û zimanê Kurdî ji tabloyan hatibû jêbirin.

Rakirina tabloyên Kurdî yên gundên Çaldiran a Wanê di nava medyaya civakî ya Bakurê Kurdistanê de bûbû rojeveke germ û rastî bertek û nerazîbûnan hatibû.

Pêştir li parêzgehên Bedlîs, Êlih û Sêrtê ji aliyê qeyûman ve dijtiya zimanê Kurdî hatibû kirin. Li Bedlîs û Êlihê tabloyên bi zimanê Kurdî hatibûn rakirin û li Sêrtê jî pirtûkxaneyeke Kurdî hatibû girtin û hatibû xirabkirin.

Tabloyên bi zimanê Kurdî li bajar, bajarok, gund û deverên Bakurê Kurdistanê ji aliyê şaredarên HDPê ve hatibûn danîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên 31 Adara 2019 de bi giştî 65 şaredarî bi dest xistin, ku 3 ji wan şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdîn bûn.

Her ji destpêkê ve belgenameya karkirinê bi 6 şaredarên HDPê nehat dayîn û ji 59 şaredariyên din ên mayî jî hikûmeta Tirkiyê heta niha qeyûm li ser 47 şaredariyan daniye. Herwiha du serok şaredarî jî ji aliyê HDPê ve ji kar hatine dûrxistin û bi vî awayî niha tenê 10  şaredarî di destê HDPê de mane.