Kazimî spasiya serokwezîr û Asayişa Herêma Kurdistanê dike

17-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji ber alîkarîkirina hêzên fedralî û girtina bikujê wê malbata Kurd ku li navçeya Mensûr a Bexdayê hatin kuştin, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê kir.

Mistefa Kazimî di twîttekê de ragihandiye, wî serperiştiya hêzên ewleakriyê kiriye ji bo lêkolîna derbarê wê tawana çepel de ku di tawanbarekê di derheqê wê malbatê de kiriye heya ku ew tawanbar hatiye girtin.

Serokwezîrê Iraqê dibêje: Spasiya birêz Serokê Hikûmera Herêma Kurdistanê û Asayişa Herêmê dikim, bow ê alîkariya berhemdar li gel dezgeha Asayişa Federal ku bi awayekê bilez û di demeke kin de ew tawanbar desteser kirin.

Biryar e îro termên wan her sê welatiyên Kurd, ku bav û dayik û keça wan e û li Bexdayê hatibûn kuştin, bo Silêmaniyê bêne vegerandin û li wê derê bi axê  bên sipartin.

Bikujê wê malbata Kurd, navê wî Mehdî Hisên Nasir Meter e û li gor vîdyoya îtîrafên wî ku Asayişa Herêma Kurdistanê belav kiriye, derbarê bûyerê de dibêje, wî berî çar salan ew malbata Kurd li Bexdayê nas kiriye û du roj berî bûyerê daxwaza pere li bavê Dr. Şîlan, Dara Reûf kiriye lê wî pere deyn nedaye û li ser wê yekê di navbera wan de alozî çê bûye, lewma paşê bi kêrê wî bavê Şîlanê kuştiye, piştre jî dayika  wê kuştiye, herî dawî jî balîfek daniye ser serê Dr. Şîlanê û ew jî kuştiye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê duh şev di peyamekê de ragihandibû, ku tawanbarê serekî yê wê tawana hovane hatiye girtin.

Bikujê hersê welatiyên Kurd piştî ku li Hewlêrê ji aliyê hêzên Asayişa Herêma Kurdistaê ve hat girtin û li tawana xwe mikur hat, radestî hêzên ewlehiyê yên Bexdayê hat kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst