Ji ber komcivîna KCDê 3 rêveberan ji HAK-PARê îstifa kir

Amed  (Rûdaw)  - Ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) 3 rêveber ji ber nîqaşa "beşdarîkirina kongreya KCDê" ji partiya xwe îstifa kirin.


Kongreya Civaka Demokratîk (KCD'), di navbera 8-9ê îlonê de li Amedê Komcivîna Giştî li dar xist.


Ji bo ku beşdarî komcivînê bibin, rêveberên HAK-PARê yên bajarê Amedê jî  hatin vexwendin. Li ser vê vexwandina KCDê, Rêveberiya HAK-PARê ya Amedê biryar girt ku weke mêvan tevli komcivîna KCDê bibe.


Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xist, rêveberên navenda giştî ya HAK-PARê, ji rêveberên xwe yên Amedê xwestin ku tevli komcivîna KCDê nebin û biryara beşdarîkirina komcivînê paşve bikişînin. Lê rêveberên HAK-PARa Amedê ev yek red kir û biryara komcivînê paşve nekişand.


Li ser vê yekê di navbera rêveberên payebilind ên HAK-PARê û rêveberên bajêr de nîqaş derket. Rêveberên HAK-PARê yên Bajarê Amedê Ramazan Eren, Paşa Akdogan û Mehmet Dalkiran li ser van nîqaşan ji rêveberiya partiya xwe îstifa kirin. Daxwaznameya îstifayê ji bo navenda giştî ya HAK-PARê hate şandin.


Rûdawê li ser mijarê xwe gihand rêveberekî navendî yê HAK-PARê û wî rêveberî got tu haya wan ji îstifaya rêveberên Amedê tune ye.


Serokê HAK-PARê yê wê demê Nevzat Karakeçî jî ji ber ku di 21ê Adarê de li Amedê tevli pîrozbahiya Newrozê bibû, rastê nerazîbûna rêveberên navenda giştî hatibû. Li ser vê yekê Karakeçî jî dest ji peywira xwe ya serokatiya bajarê Amedê kişandibû.