‌ Hikûmeta Sûriyê genimê cotyarên Rojavayê bi erzanî dikire

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyê genimê cotyarên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi nirxekî erzan dikire.

 

Rojnameya el-Sewre ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve ragihand ku şaxê saziya dexlûdanê ya parêzgeha Hesekê dest bi kirîna genimê mewsîma salên borî yê parêzgehê kiriye.


Rêveberê şaxa saziya genim a Hesekê ji rojnameya navborî re ragihandiye ku proseya kirîna genim dê heta 15ê meha bê berdewam bike.


Li gor rêveberê şaxê saziyê, hikûmeta Sûriyê her kîloyek genim beramber 110 lîreyên sûrî ji navendên komkirina genim ên Qamişlo dikire.


Mewsîma îsal, kîloya genim beramber 175 lîreyên sûrî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve dihat kirîn.