Komela Îslamî postê Serokomariya Iraqê dixwaze

Bexda (Rûdaw) - Parlementerekî Fraksiyona Komela Îslamî yê li Parlementoya Iraqê ragihand ku ji bo postê Serokomariya Iraqê dê berbijêrê partiya wî hebe.

 

Komela Îslamî ya Kurdistanê dixwaze ji bo postên din jî berbijêrên wan hebin, heta ji bo postê Serokomariya Iraqê jî. Ehmed Hacî Reşîd ku ji bo cîgirê duyem xwe ceriband û bi 53 dengan li paş ma, dibêje dibe ku ji bo postê serokomariyê berbijêrek derbixin û ji bo vê yekê amadekarî kirine.

 

Parlementerê Komela Îslamî ya Kurdistanê yê li Parlementoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd ragihand: “Ez ji aliyên siyasî re diyar dikim ku ev tenê rawestgehekê namîne ku min rikeberî kir. Ez ji bo postê serokomariyê xwe berbijêr nakim, lê ne dûr e ku ji bo postê serokomariyê ji fraksiyona Komela Îslamî berbijêrekî me hebe, em dê destpêkê li pratîkê binêrin û bizanin çawa ye, wê demê em dê biryar bidin. Bêguman me amadekarî kirine, xweberbijêrkirina min jî ji bo vê qonaxê destpêkek bû.”

 

Li Parlementoya Iraqê du parlementerên Komela Îslamî ya Kurdistanê hene ku ew jî Selîm Şûşkeyî û Ehmed Hacî Reşîd e.

 

Parlementerê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Musena Emîn û Parlementerê Komela Îslamî Ehmed Hacî Reşîd, li gel Parlementerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dr. Beşîr Hedad, xwe ji bo postê cîgirê duyem ê serokê Parlementoya Iraqê berbijêr kiribûn, di xula duyem a dengan de D. Beşîr Hedad bi 185 dengan ji bo wî postî hat hilbijartin.