23 sal berî niha Îranê Sekreterê PDKÎ Sadiq Şerefkendî şehîd kir

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 23 sal bi ser terorkirina Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Dr Sadiq Şerefkendî de derbas dibe. Sadiq Şerefkendî ji bo kombûn ligel opozisyona Îranê serdana Almanya kiribû, lê ji aliyê kesên ser bi Îranê ve hat terorkirin.

 

Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Sadiq Şerefkendî 23 sal berî niha li Almanyayê hat şehîdkirin.

 

Sadiq Şerefkendî ku piştî Ebdurehman Qasimlo bibû Sekreterê PDKÎyê, ji bo ku bi opozisyona Îranê re bicive, serdana Almanyayê kiribû, lê di dema civînê de li resturanta Mykonos li bajarê Berlînê rastî êrişeke çekdarî hat û di encamê de ew bi xwe tevî 3 hevalên wî şehîd bûn.

 

Piştî bûyerê Dadgeha Bilind a Almanyayê dest bi lêkolînan kir û piştî derbasbûna 3 salan bi ser terora Şerefkendî û hevalên wî de, dadgeha Almanyayê desthilata wê demê ya Hikûmeta Îranê wek tohmmetbar da naskirin.

 

Li gor biryara dadgehê, Serokomarê wê demê yê Îranê Elî Ekber Haşimî Refsencanî, Wezîrê Îtilaatê Elî Felahiyan û çend rayedarên din ên Îranê wek berpirsyarê terorkirina Sekreterê PDKÎyê hatin naskirin.

 

Jiyannameya Sadiq Şerefkendî

 

Piştî şehîdkirina Sekreterê berê yê PDKÎyê Dr Ebdurehman Qasimlo, Dr Sadiq Şerefkendî bû sekreterê wê partiyê.

 

Sadiq Şerefkendî di sala 1938an de li gundê Terexe ya li naveçeya Bokanê ji dayik bû.

 

Di zarokatiya xwe de ji bavê xwe bêpar ma û birayê wî Ebdurehman Şerefkendî yê naskirî bi Mamosta Hejar ew mezin kir.

 

Zarokatiya Dr Sadiq Şerefkendî hevdem bû ligel avakirina Komara Kurdistanê bi seroaktiya Pêşewa Qazî Mihemed. Piştî demekê ji avabûna komarê, bi malbat ve çûne bajarê Mihabadê ku wek paytextê komara Kurdistanê dihat naskirin.

 

Serdema beriya zanîngehê, li bajarê Tewrêz a Îranê xwand û di sala 1959an de li zanîngeha Tehranê masternameya xwe di warê kîmyayê de wergirt û li her du bajarên Mihabad û Ormiye yên Rojhilatê Kurdistanê wek mamostayê kîmyayî dest bi karê xwe kir.

 

Piştre dezgeha îstixbarata rejîma Şah a Îranê ya bi navê SAWAK ew û malbata wî bi neçarî koçberî bajarê Kerecê li nêzîk Tehranê kirin û piştre ew bo bajarê Erak li navenda Îranê û çend bajarên din ên Îranê dûr xistin.

 

Piştre ji Îranê derket û çû Ewropayê û di sala 1972an de li Parîsê doktora ya xwe di warê kîmyayî de wergirt.

 

Sadiq Şerefkendî di heyama mana xwe li Ewropayê de, Sekreterê PDKÎ yê wê demê Dr Ebdurehman Qasimlo nas kir û daxwaza endamîtiyê di wê partiyê de kir.

 

Di sala 1976an de vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û bû bi navbeynkarê Dr Qasimlo û endamên kevnar ên PDKÎyê.

 

Piştî ku desthilata Şahê Îranê Mihemed Riza Şah jinav çû û PDKîyê çalakiyên xwe aşkere kirin, Şerefkendî bû Şêwirmendê Komîteya Navendî ya PDKÎyê.

 

Piştre di heman sale de bû endamê Komîteya Navendî ya wê partiyê.

 

Şerefkendî di nava partiya xwe de bi navê Dr Seîd jî dihat naskirin.

 

Piştî ku Rêberê wê demê yê Komara Îslamiya Îranê Ayetullah Xumeynî fetwaya cîhad li dijî kurdan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derxist, şerên mezin û dijwar di navbera hêzên Îranê û Pêşmergeyên PDKÎyê de li Rojhilatê Kurdistanê derketin.

 

Sadiq Şerefkendî d sala 1980an de bû Endamê Polîtboruya PDKÎyê û di kongreyên 5, 6,7, 8 û 9 ên PDKÎyê de cardin wek endamê polîtboruyê hat hilbijartin.

 

Şerefkendî Berpirsê Ragihandina PDKÎyê jî bû û piştî şehîdbûna Sekreterê wê demê yê PDKÎyê li Viyena ya Nemsayê bû sekreterê partiyê.

Sala 1992an dema ku li resturanta Mykonos a li bajarê Berlîn a paytextê Almanyayê ligel opozisyona Îranê di civînê de bû, rastî êrişeke çekdarî hat û ligel hevalên xwe, Kadroyê Pêşkevtî yê PDKÎyê Homayûn Erdelan û Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎyê Fetah Ebdulî hatin şehdîkirin.

 

Her sal her du aliyên Partiya Demokrat, PDKÎ û PDK-Rojhilat bi boneya  salvegera şehîdbûna wî, merasimên bîranînê lidar dixin.

 

Dadgeha ku bi navê Mykonos hat naskirin, serkirdeyên pilebilind ên Hikûmeta Îslamiya Îranê wek encamderên terorkirina Sadiq Şerefkendî dan naskirin.


Cenazeyê Şerefkendî li Ewropa û û li bajarê Parîs di goristana navdar a Pere Lachaise bi axê hat spartin.