Hişyariyek ji Asayîşa Kurdistanê bo welatiyên Herêma Kurdistanê

 

Hewlêr (Rûdaw)- Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku çekdarên DAIŞê eger bi destê wan were dixwazin xelkên sivîl û cihên giştî yên nava Herêma Kurdistanê bikin armancên xwe.

Di daxuyaniyekê de ku îro (17’ê Îlonê) hatiye belav kirin û tê de tê gotin: “Piştî şiketinên li pey hev yên çekdarên DAIŞê li eniyên şer, ew terorîstên ku di warê derûnî û piskolojî  moralê wan ketiye û bê hêvî bûne û dixwazin berê xwe bidin karên tirsonek û xerab.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku li gor agahiyên dawî yên dazgehên ser bi Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve, "terorîst eger bi destê wan were dixwazin xelkên sivîl û cihên giştî yê nava Herêma Kurdistanê bikin armncên kiryarên xwe yên terorîstî."


Encumena Asayîşa Herêmê welatiyên Herêma Kurdistanê piştrast dike û dibêje:  “Emê bi hemû hêz û şiyana xwe rêgiriyê li gihîştina metirsiyê bo ser malên welatiyan bikin.”

Herwiha daxwaz dikin ku welatiyên xweragir ên Herêma Kurdistanê bi hişyarî û çav vekirî tevbigerin û weku hertim li her tevgereke bi gomanhevkarbin û dazgehên pêwendîdar agahdar bikin. “Ji ber ku hevkariya welatiyan faktera yekemîne di berdewamiya asayîş û aramiya Kurdistanê.”