Fermandareke HPGyê canê xwe ji dest da

17-08-2024
RÛDAW
Nîşan Seyran Çomak Berwar Dêrsim HPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HPGyê ragihand ku Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê û Endama Konseya Rêvebir a HPG û YJA Starê Seyran Çomak a bi nasnavê Berwar Dêrsimê canê xwe ji dest da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di navbera 7-10ê Tebaxê de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li herêma Gilîdax a Serhedê operasyoneke berfireh pêk hat.

Li gorî daxuyaniyê, di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayn de şer qewimî.

HPG dibêje ku di wî şerî de derbên dijwar li hêzên Tirkiyeyê dane û dema ku agahiyên zêdetir bên dê ji raya giştî re parve bikin.

HPGyê da zanîn ku di wî şerê de ku 8ê Tebaxê li herêma Gilîdaxê qewimî, Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê, Endama Konseya Rêvebir a HPG û YJA Starê Berwar Dêrsimê şer kir.

Hat gotin ku Berwar Dêrsim di wî şerî de canê xwe ji dest da.

Seyran Çomak xelka Wanê ye û sala 1999an tevlî refên PKKyê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst