Serokê PWKyê: PDK di pêşdebirina hişmendiya netewî ya Kurdistanî de hîmeke esasî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got, “PDK, di avakirin, hûnandin û pêşdebirina hişmendî, hest û bîr û baweriya netewî, niştimanî ya Kurdistanî de hîmeke esasî ye.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 16ê Tebaxa 1946an hat damezirandin.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji bo salvegera 78an a PDKyê peyameke nivîskî belav kir.

Mustafa Ozçelîk amaje bi wê yekê kir ku xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê lê herwiha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî di geşkirin, vejîn û xwenûkirina doza azadiya Kurdistanê de roleke dîrokî leyîstiye.

Mustafa Ozçelîk di peyam xwe de wiha got:

“Gava ku em behsa PDKyê dikin, di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe, bêyî westan, bi sebir, bi hişmendiyeke netewî heta îro hatiye.

PDK, berdewamî û beşeke têkoşîna azadiya Kurdistanê ya 200 salî ye.

PDK, di avakirin, hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî ya Kurdistanî de hîmeke esasî ye.

PDK aktorê Peymana Otonomiyê ya sala 1970an e.

“PDK yek ji damezrînerên esasî ya Dewleta Federe ye”

Dewleta federe ya li Başûrê Kurdistanê îro rûmeta me hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê ye.

PDK yek ji damezrînerên esasî yê vê destkeftina neteweyî, niştimanî ye.

PDK, hurmetkar û barhilgirekî  wê alaya pîroz a ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzaniyê nemir kiribû ye.

Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê , herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî di geşkirin, vejîn û xwenûkirina doza azadiya Kurdistanê de roleke dîrokî leyîstiye.

Em di wê baweriyê de ne, ji bo ku li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên siyasî, demokratîk, sivîl û aştiyane bê çareserkirin û ji bo ku gelê me bikaribe azadiya xwe, mafên xwe yên netewî, demokratîk bi dest bixe, dê PDK rola xwe ya maqûl, netewî û dîrokî bilehîze.

Em di wê bawerîyê de ne ku PDK ji îro pê ve jî ji bo yekitîya navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê, ji bo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftîyên li Herêma Kurdistanê, bi fedekarî, bi hestyarî û bi hesasiyeteke netewî û niştimanî, bi awayekî berpirsyarane helwest û rola xwe ya heyî dê berdewam bike.

Bi van hestên xwe yên netewî, niştimanî em 78 saliya damezrandina PDKyê pîroz dikin.

Em di 78emîn salvegera damezrandina PDKyê de, rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzaniyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”