Li Erzinganê qeza: 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn, 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya parêzgehên Erzingan û Sêwazê îro du otomobîl li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku di qezayê de 3 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûne.
Tîmên tenduristiyê kesên birîndar birin nexweşxaneyê û rewşa 2 birîndaran giran e.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.