Li 36 parêzgehan operasyon: 222 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 36 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan 222 kes bi hinceta “alîkarî, endamtî û  propgandaya PKKyê” hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên wan ên ewlehiyê li 36 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî gelek kesan bi hinceta “alîkarî, endamtî û propgandaya PKKyê” operasyoneke bi navê Gurz-8 daye destpêkirin.

Bi gotina Yerlîkaya hêzên ewlehiyê di çaçoveya operasyonê de li wan 36 parêzgehan bi awayekî hemwext bi ser gelek navnîşanan de girtine û  bi giştî 222 kes desteserkirin.

Li gorî ku Yerlîkaya da zanîn, ew kesên hatine desteserkirin "amadekarî ji bo beşdarbûna di nav PKKyê de kirine, li ser medyaya civakî propgandaya wê kirine û piştevaniya darayî jê re komkirine û beşdarî çalakiyên PKKyê yên li Ewropayê bûne."

Herwiha hinek ji wan jî ew kes in ku  derbarê wan mijaran de cezayê girtîgehê wergirtine lê heta niha nehatibûn girtin.