Serokatiya Herêma Kurdistanê, Rûdaw û xebatkarên wê pîroz kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber wergirtina Xelata Zêrîn a Stevieyê, Rûdaw û hemû xebatkarên wê pîroz kirin.

14ê Tebaxê di çarçoveya Xelatên Stevieyê de, xelatên navdewletî yên Businessê hatin ragihandin û Tora Medyayî ya Rûdawê xelata "Company of the Year"ê wergirt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji ber vê serkeftinê peyameke pîrozbahiyê ji Rûdawê re şand.

“Em hêvî dikin hûn di karê xwe de hîn jî şewqê bidin”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di peyama xwe wiha got:

“Em rêveberî û tevên xebatkarên Tora Medyayî ya Rûdawê ku Xelata Zêrîn a Stevieyê wergirtiye pîroz dikin.

Em hêvî dikin hûn di karê xwe de hîn jî şewqê bidin û karê xwe yê pîşeyî bidomînin.”

Xelatên Stevieyê dê 13ê Çiriya Pêşîn li Romaya paytexta Îtalyayê bi merasîmeke mezin bên dayîn.