Serokê Giştî yê PAKê: Ez Rûdawê pîroz dikim

17-08-2023
Nîşan Xelata Zêrîn ya Stevieyê Mustafa Ozçelîk PAK Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, ji ber wergirtina Xelata Zêrîn a Stevieyê, Rûdaw pîroz kir.

14ê Tebaxê di çarçoveya Xelatên Stevieyê de, xelatên navdewletî yên Businessê hatin ragihandin û Tora Medyayî ya Rûdawê xelata "Company of the Year"ê wergirt.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)  Mustafa Ozçelîk, bi peyamekê ev serkeftina Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir.

“Di ragihandina Kurdî de cîhe Rûdawê girîng e”

Ozçelîk di peyama xwe de bal kişande rola girîng a Rûdawê û got:

“Tora Medyayî ya Rûdawê di ragihandina Kurdî de cîhekî xwe yê girîng heye.

Ji ber wergirtina vê xelatê, ez hemû rêvebir, xebatkar û alîkarên Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz dikim; di karên wan da serkeftinê dixwazim.”

Xelatên Stevieyê dê 13ê Çiriya Pêşîn li Romaya paytexta Îtalyayê bi merasîmeke mezin bên dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst