RIHA - Xebera destdirêjiyê bû sedema aloziyan
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor îdiayan, li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî Sûriyeyî destdirêjî li zarokekî 9 salî kir.
Piştî xebera destdirêjiyê welatiyan li Hewagê xwepêşandan kir û alozî derketin.
Li Taxa Jêr a Hewagê roja 14ê Tebaxê F.Kyê 21 salî ku welatiyê Sûriyeyê ye destdirêjî li M.Yyê 9 salî kir.
Tawanbar 15ê Tebaxê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û heman rojê bi biryara dadgehê hat girtin.
Piştî belavbûna bûyerê li Hewagê xelk derket kolanan û wan bi diruşmên “Em li Hewagê Sûriyeyiyan naxwazin” dest bi xwepêşandanê kir.
Welatiyên Hewagê êrîşî hinek kargehên Sûriyeyiyan kir.
Polîsan êrişî welatiyan kir
Di xwepêşandanê de di navbera welatî û polîsan de alozî derket û rê ji hatûçûnê re hat girtin.
Polîsan bi ava şid û gaza rondikrêj êrişî welatiyan kir û welatiyan jî bi keviran bersiv da polîsan.
Gumanbar hat girtin
Parêzgariya Rihayê derbarê bûyerê de daxuyanî da û got:
“14ê Tebaxê demjimêr 22.15an li ser giliyê bûyereke edlî, hêzên ewlehiyê çûne nexweşxaneyê.
Li ser îfadeya zarokê mexdûr ku gumanbarê biyanî F.K. destdirêjî lê kiriye, lêpirsîn hat destpêkirin û gumanbar hat girtin.
Gumanbarê biyanî roja 15ê Tebaxê derkete pêşberî dadgehê û li wê derê hat girtin.”
Parêzgariyê herwiha di daxuyaniyê de got ku zarok radestî malbata wî hatiye kirin.
Li gorî heman daxuyaniya Parêzgariyê, saziyên pêwendîdar piştgiriyê didin zarok û pêvajoyê dişopînin.