KILÎS – Germahiyê zerereke zêde gihande tirî

17-08-2023
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Kilîs Germahî Tirî Zerer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Germahiya zêde li Kilîsê zerereke zêde gihandiye rezan û tirî.

Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê gelek rez hene û Kilîs bi tiriyê xwe navdar e.

Îsal ji ber guherîna keşûhewayê û bilindbûna pileyên germê tiriyê Kilîsê têk çûye û zerere cotkaran zêde ye.

“Guherîna keşûhewayê bandoreke zêde li tirî kiriye”

Endezyarê Çandiniyê Prof. Dr. Nazım Şekeroglu, bal kişande ser guherîna keşûhewayê û got:

“Guherîna keşûhewayê bandoreke zêde li berhema tirî kiriye. Bi taybetî ji mehên biharê û pê de, ji ber pirsgirêkên şiliyê û pileya germê, di mêwan de nexweşiyên milyo û tozgirtinê çêbûne.

Vê jî bandor li berhema tirî kiriye. Bi taybetî di van rojên dawî de germa zêde û hişkesalî bûne sedema jinavçûna ji sedî 15-20ê berhema îsal.”

Cotkaran gelek hewl dane ku tiriyê xwe ji nexweşiyan biparêzin lê hewldanên wan bê encam bûne.

Tevî van hemû hewldanan jî berhema wan yan bi mêwê ve riziyaye yan jî hişk bûye.

"Îsal beşeke zêde ye rezan şewitî"

Cotkarê bi navê Omer Yildiz got:

“Berhema par baştir bû, îsal beşeke zêde ye rezan şewitî, tirî nema. Me du caran derman kir lê fêde nekir.

Ji ber guherîna keşûhewayê hêm (ritûbet) zêde bû. Tirî di vê rewşê de ye. Tiriyê me yanî yê baş e, yê hinekan her nemaye.”  

Li Kilîsê salane 45-50 hezar ton tirî tê berhemanîn.

Pênc hezar ton bi tazeyî tê firotin û yê mayî jî bi mewîjî li bazarên navxwe û welatên derve tê firotin.

Li Kilîsa ku bi tiriyê xwe navdar e îsal cotkar li bendê ne ku berhema tirî li 35-40 ton be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst