Li Mûşê 6 otomobîl li hev qelibîn: 3 mirî, 4 jê giran 8 birîndar

17-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mûş Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan\ li ser rêya sereke ya Muş-Çewlîgê 6 otomobîl li hev qelibîn.

Di bûyerê de 3 welatiyên bi navên Sezgîn Karakuş, Alîcan Çîçek û Ferman Uçar cane xwe ji dest da/

8 kes jî birîndar bûn ku birînên 4 kesan xedar in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Her 6 otomobîlên ku li hev qelibîn ji aliyê tîmên parastina sivîlan ve ji ser rê hatin rakirin.

Li gorî amarên fermî yên ku hezîrana îsal hatine belavkirin, di 6 mehên destpêkê yên sala 2023yan de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest daye û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Sala borî jî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê çêbûbûn û 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dabû û 291 hezar û 151 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst