Mesrûr Barzanî û serokê eşîra Şemmeran civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokê eşîra Şemmeran qebûl kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û serokê eşîra Şemmeran Şêx Mani Himêdî Deham El Hadî, doh li Hewlêrê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de behsa dostanî û pêwendiyên baş ên eşîra Şemmeran û gelê Kurd hate kirin.
Herwiha pêşvebirina van pêwendiyan û bihêzkirina dostaniya pêkhateyên cuda jî hate gotûbêjkirin.
Eşîra Şemmeran eşîreke gelekî navdar a Ereban e.
Endamên vê eşîrê bi piranî li Îraq, Sûriye, Urdun û Nîvgirava Ereban dijîn.