PAK: Umît Ozdag dijminê nirxên neteweyî yên miletê Kurd e

17-08-2022
RÛDAW
Nîşan PAK Umit Ozdag Şêx Seîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK),  Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku sivikatî bi Şêx Seîd kiribû, şermezar kir û got: “Umît Ozdag dijminê nirxên neteweyî yên miletê Kurd e”

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku 14ê Tebaxa 2022ê li ser hesabê xwe yê Twiterê heqaret li Rêberê kurd Şêx Seîd kiribû, PAKê ew şermezar kir û dibêje: “Miletê Kurd dê bersîva herî baş, bi azadî û serxwebûna welatê xwe bide wî”

Di daxuyaniya xwe de PAKê bi bîr xist ku Ozda pêştir jî sivikatî bi rêberê Kurd Seyîd Riza kirib û dibêje: “Serokê  Partiya Zaferê Umît Ozdag, heqaret li rêberê milî yê miletê Kurd û kesayetekî qebûlbar ê dînî Şêx Seîd Efendî  kiriye. Helbet ti heqaret, dê nikaribe tesîrê li qîmet û rola rêberên me yên milî bike. Rêberên miletê Kurd bi dilsozî canê xwe ji bo miletê xwe û ji bo doza xwe feda kirine. Ew di dilê me da, di têkoşîna me da dijîn.”

PAK diyar dike ku ew gotinên Ozdag dê bê bersiv nemînin û dibêje: “Divê Umît Ozdag û yên wekî wî baş bizanibin ku, miletê Kurd dê bersiva herî baş, bi azadî û serxwebûna welatê xwe û pêşeroja xwe ve bide wî û yên wek wî. Ti êrîş û hewlên nîjadperestan dê nikaribin rê li ber vê yekê bigirin. Em bi rêzdarî rêberên xwe yên milî bibîr tînin, em bi wan serbilind in û em Umît Ozdag şermezar dikin, protesto dikin.”

PAK herwiha ji bo doz vekirinê banga Baroyên Bakurê Kurdistanê dike û dibêje: “Divê Baroyên Bakurê Kurdistanê di derbarê Umît Ozdag da dozê vekin û di mehkemeyê de, rûyê wî yê qirêj bê aşkerekirin, bê mehkûmkirin. Umît Ozdag dijminê kurdan e û divê bi sûcê dijî mirovahîyê û nîjadperestîyê bê darizandin û divê hemû Kurd xwe terefê vê dozê bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst