Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Hejmara kuştiyên êrîşa li Bîrecîkê bû 2 leşker

17-08-2022
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Bîrecîk Riha Artêşa Tirkiyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, leşkerekî birîndar ê êrîşa ser qereqoleke hêzên wî welatî ya li navçeya Bîrecîk a Rihayê mir û bi wê yekê hejmara leşkerên Tirkiyê ku di wê êrîşê de hatin kuştin bo 2 kesan bilind bû.

Duh Sêşembê 16ê Tebaxê li navçeya Bîrecîk a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, êrîşî Qereqola Sînor a Çîçekalan a hêzên Tirkiyê hatibû kirin.

Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan duh di daxuyaniyekê de ragihandibû, êrîş di saet 09:20 de pêk hatiye û di êrîşê de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Leşkerên birîndar bi helîkopterê bo Nexweşxaneya Mehemt Akif Inan a Rihayê hatibûn veguhestin.

Lê îro Çarşembê 17ê Tebaxê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, yek ji birîndarên êrîşa ser Qereqola Sînor a Çîçekalan a li Bîrecîkê ji ber dijwariya birînan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, leşkerê îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye, navê wî "Enes Gazi Ozdemîr" e û ser bi hêza topxaneyê ya artêşa Tirkiyê bûye.

Duh di dema êrîşa ser qereqolê de efserê artêşa Tirkiyê  Ugurcan Cirnooglu yê bi pileya Çawişê Pispor hatibû kuştin ku ew jî ser bi hêza topxaneyê ya artêşa Tirkiyê bûye.

Parêzgarê Rihayê Salîh Ayhan duh destnîşan kiribû ku piştî êrîşê artêşa Tirkiyê bertek nîşan daye û navçeyên sînorê topabran kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst