15 roj in çarenivîsa rojnamevan Berzan Ferman ne diyar e

17-08-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Berzan Ferman Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Rêveberiya Xweser Girtin Revandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 15 roj in rojnamevan Berzan Ferman li Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin û heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Saziyên parastina mafên rojnamevanan, Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan Sûriye û Tora Rojnamevanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin di zûtirîn dem de Berzan Ferman bê azadkirin.

Endamê Komîteya Birêveber yê SKJN Lewend Hisên anî ziman “Em dixwazin rewşa hevkarê me Berzan Ferman diyar bibe. Heya niha nehatiye diyarkirin ka kê ew revandiye, kê wî biriye. Em bi hêvî ne ku ew aliyên berpirs bi taybet Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û hêzên din karibin li rewşa kak Berzan bipirsin û teştekî diyar bikin.”

Roja 8ê vê mehê, Yekîtiya Ragihandina Azad ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin, daxuyaniyek li ser revandina rojnamevan Berzan Ferman belav kiribû û têde gotibû “Zanyarî belav bûne ku sê kesên rûgirtî ku yek ji wan çekdar bû, Barzan revandine. Em ji roja yekem ya revandina Barzan Ferman ve pirsê li gel aliyên peywendîdar dişopînin. Em metirsîna xwe ya derbarê çarenûsa Barzan Ferman re parve dikin, Hêvîdarin di zûtirîn dem de çarenûsa wî diyar bibe.”

Serokê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriye jî daxwaza azadkirina Berzan Ferman dike, û dibêje ku di çend salên borî de çendîn endamên wan bê sûc hatine girtin.

Serokê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriye Omer Koçerî got “Tecrûbeya me bi vê rêveberiya hanê re ne xweş e. Gelek hevalên me di van salên borî de het niha hatine girtin. Em weke Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriye girtina hevalê xwe ya Berzan Ferman şermezar dikin û em ji aliyê peywendîdar dixwazin zû bikaribin zextekî li ser vê bikin heta ku Berzan ji zindanê bê rizgarkirin.”

Berzan Ferman di 2ê Tebaxa 2022an de li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzeke Rêveberiya Xweser ve hatiye girtin, heta niha bi fermî li girtina Barzan mukir nehatiye û cihê wî jî eşkere nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst