KAYY-DER: Divê bilez dijî telefbûna ajelan tedbîr bên wergirtin

17-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Piştgirî û Alîkariya Civakî ya navçeyên parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê (KAYY-DER) ragihand ku li du gundên navçeya Gêxiyê ji ber sedemeke nayê zanîn 22 dewar û seriyên pez telef bûne û divê bilez tedbîr bên wergirtin.

Komeleya Piştgirî û Alîkariya Civakî ya navçeyên Çewligê (KAYY-DER) 16ê Tebaxa 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi peyamekê banga midaxeleya bilez kir û got: “Li du gundên navçeya Gêxiyê, Goma Koçan û Sivgêligê 22 dewar û seriyên pez telef bûne û kes nizane sedema vê yekê çi ye. Hinek kes jî ajelên xwe dibin serjêkirinê. Berpirs bi hestiyarî tedbîran wernagirin û divê bi awayekî bilez heta mirina ajelan zêde nebûye gund bên kerentînekirin.”

Li navçeya Mazgêrdê ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê jî ji ber li gundê Feracê nexweşiya quduzê (harbûyî) peyda bûye gund bo 6 mehan hatiye kerentînekirin.

Herwiha li du gundên navçeya Payîzava ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê jî ji ber nexweşiya tebeqê ya ku di nav ajelan de belav bûye Şaredariya Wanê ragihandibû ku bo dema15 rojan bazarên kirîn û firotina ajelan yên navenda bajêr hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst