NEXŞE – Deverên ku Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê topbaran dike

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê ev heyameke bombebaran û topbaranên xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê û deverên din bin kontrola Rêveberiya Xweser de zêde kirine  û duh jî bi dijwarî Kobanî çen deverên din ên wê parçeya Kurdistanê topbaran kirin.

Duh hejmarek ji navçeyên bajarên Hesekê, Qamişlo, Kobanî, Girê Spî, Minbic û nahiyeya Şêrawa ya ser bi Herêma Efrînê, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, hatin topbarankirin.

Kobanî

Tirkiyê duh piştî ku ragihand li dijî Qereqola Sînor a Çiçekalan a navçeya Bîrecîkê li Rihaya Bakurê Kurdistanê êrîşek hatiye pêkanîn, hejmareke gundên Kobanî bi dijwarî topbaran kirin.

Gund û deverên ku li herêma Kobanî hatin bombebarankirin ev in: Bûban, Şiyûx,Siftek, Aşmê, Beyadiyê, Zorava li rojavayê Kobanî,   li rojhilatê Kobanê jî, gundên Xerabîsan, Qeremox, Koran, Hîho, Elîşar, Mersimêl û taxa Kaniya Kurdan, hatin topbarankirin.

Minbic

Hêzên Artêşa Tirkiyê ji bingeha xwe ya li gundê Toxarê, herdû gundên el-Masî û Hoşeriye li bakurê Minbic bi 14 topan topbaran kirine, lê ti zanyarî derbarê ziyanan de belav nekirine.

Şêrawa

Herdû gundên Siwxanke û Qinêtre li nahiya Şêrawa hatin topbarankirin.  Di encamê de ziyaneke madî gihişte mal û milkên welatiyan.

Tirbespî

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve piştî nîvê şeva borî, derdora akademiya hêzên Sotoro ya Siryanî li gundê Rotan li bakurê rojavayê Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin. Li gor heman çavkaniyan, sê top li wî gundî ketine xwarê lê ziyan ne diyar in.

Amûdê

Gundê Cirnikê li rojavayê bajarê Amûdê hate topbarankirin.

Dirbêsiyê

Artêşa Tirkiyê herdû gundên Çetel û Qeremanê li rojavayê bajarê Dirbêsiyê topbaran kir. Çavkaniyeke ji wê navçeyê ji Rûdawê re ragihand ku hejmarek mal ji gund derketin.

Til Temir û Zirgan

Gundên Gozeliye, Til Leben, Um El-Xêr, Selmase û Tewîle li nahiye Til Temirê hatine topbarankirin.

Zarokê bi navê Temîm Feysel yê 11 salî di topbarana navenda nahiya Zirganê birînar bû.

Pêgeheke hikûmeta Sûriyê li gundê Erade yê sînorî ser bi Zirganê ve, demjimêr 1ê serê sibehê hatiye topbarankirin.

Li gorî Asayişa Rêveberiya Xweser di topbarana gundên Amûdê, Dirbêsiyê û Til Temirê de 3 welatî birîndar bûne.