Li Rihayê di kanala avê de 2 zarok xeniqîn

17-08-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Eyyubiyê û Haliliyê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê 2 zarokên 8 û 17 salî di kanala avê de xeniqîn.

Li gor agahiyên berdest zarokê 8 salî 13ê Tebaxa 2021ê li navçeya Eyyubiyê  ji kanala avê hat rizgarkirin û bo nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mehmet Akif Inan hat veguhestin, lê ligel hemû midexelayan iro 17ê Tebaxa 2021ê cane xwe ji dest da.

Herwiha  li navçeya Haliliyê jî zarokê 17 salî ku doh 16ê Tebaxê dema di kêleka kanala avê ya girêdayî Karên Avê ya Dewletê (DSI) de derbas bûye ket avê û cane xwe ji dest da.

Li gor amaran li parêzgeha Rihayê di nava meha dawî de herî kêm 20 kesan ji ber ketina kanala avê ya girêdayî DSI cane xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst