Li Şirnexê %64 xelkê vaksîn li xwe dane

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê rêjeya welatiyên ku dozek derziya Coronayê li xwe dane gihişt ji sedî 64an.

Parêzgarê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan bi Rêveberê Tenduristiyê yê Bajêr Îsmaîl Başibuyuk re li Kolana Hunerê serdana konê derzîlêdanê kir.

Pehlîvan got: “Li bajêr rêjeya welatiyên ku dozek derziya Coronayê li xwe dane gehişt ji sedî 64an. Ev tê wê wateyê ku înşallah bajarê me ku niha di rengê pirteqalî de ye, dê heta rojek duyan veguhere rengê zer.”

Pehlîvan got: “Armanca me ew e ku em derbasî kategoriya şîn bibin, lê pêwîst e em ji bo vê rêjeya dozek derzî derxînîn ji sedî 75an. Li bajêr 400 tîmên gerok ji bo derzî lêdanê hatine erkdarkirin.” Pehlîvan herwiha bang li xelkê kir ku derziya xwe li xwe bidin.