Li sînorê Sîdekan şer di navbera PKKê û Tirkiyê de derket
Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Bajarokê Sîdekanê ragihand ku bi şev şerekê giran di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de li Çiyayê Dêlê li sînorê bajarokê Sîdekan derket.
Rêvebirê Bajarokê Sîdekanê ji Rûdawê re ragihand ku îşev saet 22.00 şerekî giran di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de, li çiyayê Dêlê li sînorê bajarokê Sîdekan derket.
Îhsan Çelebî diyar kir, ku Tirkiyê û PKKê bi doşkan, biksî û kilaşînkofan şer dikin û welatiyên wê navçeyê ji dengê teqeyan ditirsin.
Li gorî gotina Îhsan Çelebî, heta niha ziyanên madî û canî yên wî şerî, ne hatine zanîn.
Herwiha derbarî vî şerî de ji aliyê PKK û Tirkiyê ve heta amadekirina vê nûçeyê ti zanyariyek nehatiye belavkirin.