Li sînorê Sîdekan şer di navbera PKKê û Tirkiyê de derket

18-08-2020
Li ba welatiyên herêmê ji ber şer tirs çêbûye
Li ba welatiyên herêmê ji ber şer tirs çêbûye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Bajarokê Sîdekanê ragihand  ku bi şev şerekê giran di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de li Çiyayê Dêlê li sînorê bajarokê Sîdekan derket.

Rêvebirê Bajarokê Sîdekanê ji Rûdawê re ragihand ku îşev saet 22.00 şerekî giran di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de, li çiyayê Dêlê li sînorê bajarokê Sîdekan derket.

Îhsan Çelebî diyar kir, ku Tirkiyê û PKKê bi doşkan, biksî û kilaşînkofan şer dikin û welatiyên wê navçeyê ji dengê teqeyan ditirsin.

Li gorî gotina Îhsan Çelebî, heta niha ziyanên madî û canî yên wî şerî, ne hatine zanîn.

Herwiha derbarî vî şerî de ji aliyê PKK û Tirkiyê ve heta amadekirina vê nûçeyê ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst