Li Hesekê krîza avê berdewam e û Rêveberiya Xweser 50 bîran dikole

17-08-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Welatî her bermîleke avê bi 5 hezar heta 7 hezar lîreyên Sûrî dikirin
Welatî her bermîleke avê bi 5 hezar heta 7 hezar lîreyên Sûrî dikirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Heseke
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Careke din çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ava vexwarinê li ser herêma Hesekê û Til Temirê qut kirine û av kêm bûye û welatî her bermîleke avê bi 5 hezar heta 7 hezar lîreyên Sûrî dikirin.

17 roj in av li ser bajarê Hesekê qutbûye û ev yek jî bûye sedema ku vîrusa koronayê li ser xelkê hherêmê dijwartir bibe.

Welatiya bi navê Ezîza Mecîd Silêman dibêje: “Ev sê roj in em bê av mane,  me ji 10 xwediyên tankerên avê re jî got kes nehat. Ez û keça xwe bi tenê ne, em herdû jî nexweş in û diktor ji me re gotiye her roj xwe bişon.”

Belayên henikan ji bo henika qezencin, welatî bi lav û ricayan avê ji xwediyên tankerên avê dikirin ku her 5 bermîl di navbera 5000 heta 7000 hezaran tê firotin, di demekê de xwediyên tankeran 130 bermîlan bi 6000 lîreyên sûrî ji jêdera avê dikirin.

Ji Projeya Himê pênc bîr hazir bûne û 45 din jî sê tîm li ser wan kar dikin daku di van rojan de bikivin  xzimetê, lê pirsgirêka avê bi temamî çarser nabe.

Hevseroka Tora Ava Hesekê Sozdar Ehmed ji Rûdawê re ragihand, wan dest bi projeyekê kirine ji bo peydakirina ava vexwarinê ji bo Hesekê, ew 50 bîran dikolin û eger temam bibe wê ji sedî 30ê pirsgirêka avê li Hesekê çareser bike.

Krîza avê ji 2013an li bajarê Hesekê heye, lê piştî kontrolkirina Wêstgeha Elok a li Serê Kaniyê ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve rewşa avê bi yek carî kambax bûye.

Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.

Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kaniyê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de hatiye qutkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst