Myles Caggins: Hêzên Sûriyê êriş kir me jî bersiva wan da

17-08-2020
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Caggins dibêje hikûmeta Sûriyê aloziyan derdixîne
Caggins dibêje hikûmeta Sûriyê aloziyan derdixîne
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriye Myles Caggins Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Myles Caggins derbarê aloziyên îro di navbera hêzên Sûriyê û hêzên Amerîkayê de ragihand ku hêzên leşkerên Sûriyê êrişê wan kir û hêzên hevpeymaniyê jî bersiv daye.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Myles Caggins beşdarî beşdarî Bultena 19:00 a Rûdaw TV ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bû û têkildarî aloziyên îro di navbera hêzên Amerîkî û hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê de axivî.

Myles Caggins diyar kir ku serbazên wan di dema bi hevbeşî ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li herêmêê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê tevdigeriya û çavdêriyan rêyan dikir de, rû bi rûye hêzeke hikûmeta Sûriyê bû.

Caggins dibêje dema ku wan hêzên hikûmeta Sûriyê dîtine, ber bi wan ve çûne û xwestina mebesta xwe ya operasyonê ji wan re zelal bike, lê hêzên Sûriyê êrişî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kiriye û wan jî bergerî li xwe kiriye û teqe li hêzên Sûriyê kirine.

Bi gotina Caggins hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêmê, bi sedan caran erkên xwe yên berevaniyê bêyî ku bûyerek rû bide pêk anîne û hevpeyman naxwaze ti şereke ligel hêzên Sûriyê bike, ew tenê ji bo jinavbirina DAIŞê li Heseke û Dêrezorê ne û hevkariya HSDê dikin.

Li ser pirsa “gelo ev nîşana wê yekê ye êdî Amerîka dê hewl bide hêzên Sûrî ji navçeyên lê dimîne derxîne?” Caggins got: “Nexêr, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi ti awayî hewl nade ku hêzên hikûmeta Sûriyê yan jî her hêzeke wê navçeyê, ji cihê xwe ber bi paş ve bibe. Em tenê erkên xwe yên berevaniyê pêk tînin, lê bi rastî me nizanin çima hêzên rejîmê teqe li me kirin û serbazên me kirin armanc. Lê bêguman Hevpeymaniyê çek hene û dê berevaniyê li serbazên xwe bike. Em dê li herêmê li ser erka xwe ya berevaniyê berdewam bin.”

Caggins herwiha da zanîn ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ligel aliyên Rûsyayê yên peywendîdar danûstandinan dikin ku ti bûyereke nexwestî rû nede û got: “Weke hûn jî dizanin Rûsya jî hevbeşeke hikûmeta Sûriyê ye û di asteke nizim de hinek danûstandinên me çêdibin, lê ti danûstandinek mezin a Hevpeyamaniyê ligel hikûmeta Sûriyê nîne.”

Li ser mijara vekişandina beşek ji hêzên serbazî yên Amerîkayê ji Sûriyê jî, Caggins got: “Niha me hejmareke zêde ya serbazan li rojhilatê Sûriyê heye da ku ligel HSDê kar bikin û erka xwe ya berevaniyê pêk bînin, lê hinek biryar hene ji jor tên dayîn. Me ji zû ve rahênan bi pasewanan ve kiriye ku navçeyên xwe biparêzin û nekevin di destê DAIŞê de, lê HSD dê biryarê bidin ka dê wan li kuderê bicih bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst