Firokeyên Tirkiyê sînorê Sîdekan bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Xelîfan ê ser bi bajarokê Sîdekan bombebaran kir û ji ber bombebaranê li derdora gund agir derket.

 

Rêveberê Nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand ku her çiqas du roj in firokeyên şer ên Tirkiyê li deverên me bombebaranê kêm kiribûn, lê îro gundê Xelîfan bombebaran kirin û 100 metre dûrî gund agir derket û agir bi beşeke rez û baxên gund girtiye.

 

Îhsan Çelebî behsa wê yekê jî kir ku bombebarana firokeyên Tirkiyê tirs xistiye dilê şêniyên gundên sînor, ji ber ku gelek caran sînorê Sîdekan tê bombebarankirin.

 

Çelebî dibêje ku ji Kanûna 2017an ve ti binke û baregehên PKKê yên li sînorê Sîdekan nemane, tenê weke mefreze têne vê deverê.

 

Roja çarşemê (15-08-2018) firokeyên Tirkiyê, Geliyê Şilo yê rojavayê Çiyayê Şingalê bombebaran kirin û "ji ber bombebaranê Fermandarê Giştî yê PKKê yê li Şingalê Zekî Şingalî û çar şervanên YBŞê şehîd bûn".