Xeta elektrîkê ya Hewlêr – Kerkûkê hat teqandin

17-08-2018
RÛDAW
Nîşan Elektrîk Xet Teqandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xeta veguhestina elektrîkê ya Hewlêr – Kerkûkê hat teqandin. Wezareta Elektrîkê ya Iraqê diyar dike ku di nav vê hefeteyê de cara çaremîn e ku li heman cihî ev xet tê teqandin.

 

Wezareta Elektrîkê ya Iraqê bi daxuyeniyekê ragihand ku îro serê sibehê (17-08-2018) tawera sereke ya xeta veguhestina elektrîkê ya navbera Hewlêr – Navend – Kerkûkê li devera Çexmaxê li parêzgeha Kerkûkê, rastî bûyereke terorîstî hatiye.

 

Wezareta Elektrîkê ya Iraqê eşkere dike ku bombeyeke vedayî di bin tawera 378 hatiye danîn û hatiye teqandin û zirar daye tawerê. Herwiha zirar daye xeta tawera hejmara 377an jî.

 

Piştî bûyerê, tîmên Wezareta Elektrîkê dest bi tamîrkirina xetê kirine û li gor gotina Wezareta Elektrîkê ya Iraq, di nav vê hefteyê de, ev çaremîn car e li heman deverê ev xet rastî bûyereke têkbirinê tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst