Serokê Baroya Amedê ji bo Heskîfê bang li NY û UNESCOyê kir

17-08-2017
RÛDAW
Serokê Baroya Amedê, Ahmet Ozmen li Heskîfê.
Serokê Baroya Amedê, Ahmet Ozmen li Heskîfê.
Nîşan Heskîf Bakurê Kurdistanê Baroya Amedê Ahmet Ozmen Netewên Yekgirtî UNESCO Bendava Îlîsû
A+ A-

Heskîf (Rûdaw) – Şandek ji parêzgerên baroyên Amed û Êlihê ji bo şopandina rewşa şûnwarên dîrokî yên Heskîfê û îdiayên derbarê teqandina wan şûnwaran ji aliyê Tirkiyê ve, serdana Heskîfê kirin. Serokê Baroya Amedê, Ahmet Ozman têkildarî têkbirina şûnwarên Heskîfê, bang li Netewên Yekgirtî û saziya UNESCO ya ser bi NY ve kir, ku xwedî li tarîxa 12 hezar salî û mîrateya mirovahiyê derkevin.

 

Ev çend roj in, şikeft û şûnwarên dîrokî yên Heskîfê bi teqemenî û dînamîtan tên teqandin. Ji bo van îdîayên ku li ser torên civakî digerin û li pey xwe bertekên mezin çê kirine, herwiha ji bo ku ji nêzîk ve Heskîfê bibînin, şandek ji parêzerên baroyên Amed û Êlihê pêk dihat serdana Heskîfê kirin.

 

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen têkildarê teqandina şûnwaran û Bendava Îlîsûyê ya ku li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin û îsal dikeve meriyetê ji Rûdawê re axivî.

 

Serokê Baroya Amedê, Ahmet Ozmen diyar kir, ku li deverê kes naxwaze Bendava Îlîsûyê bê çêkirin. Ozmen got, ku bendav bi hesasiyeta 'bergiriyên ewlekarî' û 'tinekirina çand û dîrokê tên çêkirin' û wiha pêde çû: "Ne tenê Kurd divê hemû mirovahî xwedî li vê dîrokê derbikeve. Ji bo bendaveke 50 salî heqê kesî tine ye dîroka 12 hezar salî tine bike. Tirkiye ji tinekirina dîrok û çandan re gellek jêhatî ye. Ev Bendava Îlîsûyê bi du armancan tê çêkirin. Yekem armanc bergiriyên ewlekariyê ye. Duwem armanc jî ew e ku çandên kevnar ên Mezopotamyayê ji holê rabikin."

 

Derheqê teqandina şikeft û şûnwarên dîrokî û valakirina Heskîfa qedîm de jî Ozmen wiha axivî: "Li vir şikeft û şûnwarên dîrokî bi teqemeniyan diteqînin. Li aliyê din jî mal û milk û xanî û dikanên gel, dewletê dest daniye ser. Me li vir bi gel re qise kir. Hevniştiman dibêjin ku pereyê ku li vir ji bo mal û milkên wan didin, nikarin pê wî pereyî li Heskîfa nû ji xwe re xaniyekê bikirrin. Ji Kercewsê heta Bismilê 70 hezar kes ji ber Bendava Îlîsûyê ji cih û warên xwe tên koçberkirin."

 

Herwiha Serokê Baroya Amedê bang li Netewên Yekbûyî û rêxistina UNESCOyê kir, ku xwedî li şûnwarên dîrokî yên wekî Heskîf derbikevin, ji ber ku bi gotina wî, ev çand û dîrok ne tenê mîrateya gelê Kurd, mîrateya hemû mirovahiyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst